Hêzên Îsraîlê 18`ê mehê li peravên Qibrisê keştiyên ku beşdarî "fîloya Xezayê" ya nû dibin asteng kirin.
430 Çalakvanên "filoya Xazayê" ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin.
Filoya Xazayê rastî heqaretê hatin
Weke ku di vidyoyê de xuya dikin, nêzîkatiyên serî tewandinê li çalakvanan hatiye ferzkirin.
Serê wan li ber çokê wezîrekê Ewlekariya Îsraîlî ditewînin.
Di nava çalakvanan de gelek çalakvanên Îtalî jî hebûn.
Her wiha Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir di vîdyoyekê ku li ser hisabê xwe yê Xê de weşandiye de, wiha dibêje:
"Hûn bi xêr hatin Îsraîlê, em li malê ne."
Netanyahu: Vîdyo bi nirxên îsraîlê re ne lihevhatî ye
Li alîyekî din Serokwezîr Benjamin Netanyahu rexne li weşandina vîdyoyê kir û got ku ew "bi nirxên Îsraîlê re ne lihevhatî ye."
Berî wî jî, Wezîrê Derve Gideon Saar jî li ser vîdyoyê şîrove kir û ev tişt got:
"Bi vê tevgerê, we bi zanebûn zirar daye dewleta me ."
Fransa: Ev kiryar nayê qebûlkirin
Di heman demê de Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Noël Barrot, li ser hisabê xwe yê X`ê, anî ziman ku ev kiryar nayê qebûlkirin.
Wezîrê Derve yê Fransayê diyar kir ku divê welatiyên Fransî yên beşdarî vê yekê bûne bi rêzdarî werin dermankirin û di zûtirîn dem de werin berdan.
Anne Tuaillon: 41 welatiyên Fransî di nava wan de hebûn
Berdevka Komeleya Hevgirtina Fransa-Filistînê Anne Tuaillon, ji telvizyona Francayê re diyar kir ku 41 welatiyên Fransî di nav çalakvanên "filoya Xezeyê" de hatine girtin.
Serokê hikûmeta Îtalyayê Giorgia Meloni û Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani jî ev yek anî ziman:
"Nayê qebûlkirin ku ev xwepêşander ku di nav wan de gelek hemwelatiyên Îtalî jî hene, rastî muameleyên ku rûmeta mirovahiyê bin pê dikin werin."