Îsraîlê daxwazeke nû ji Îraqê kir

Îsraîl daxwaz kir ku milîsên gerêdayî Îranê çekên xwe radestî hikûmeta dahatî ya Iraqê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Rojnameya Yedîhot Ehronot ya îsraîlî eşkere kir ku Hikûmeta Îsraîlê ji melîsên girêdayî Îranê yên li Îraqê dixwaze ku çekên xwe deynin û teslîmî Hikûmeta nû ya Îraqê bikin.

Rojnameya îsraîlî bal kişand ser wê yekê ku niha guhertineke rasteqîne di stratejiya wan milîsan de tê dîtin.

Di raporta Yedîhot Ehronot de hatiye belavkirin ku ev helwesta nû "sûrprîz e" ji ber redkirina demdirêj a van milîsan ji çekdanînê re û dijayetiya wan a tund li hember hebûna leşkerî ya Amerîka li nav axa Iraqê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye