Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ismaîl Beqaiî di konferansa rojnemevaniyê ya heftane de pêşketinên li herêmê û mijara mûşekên Tehreanê nirxand.
Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê piştrast kir ku bernameya mûşekî ya Îranê ne mijara guftûgoyê ye û wiha got:
“Bernameya mûşekî ya Îranê ji bo parastina welêt û ewlehiya neteweyî, hatiye pêşxistin.
Beqaiî: Şîyanên parastinê yên Îranê ne mijara danûstandin, an tawîzan e
Ji ber vê yekê şîyanên parastinê yên Îranê ne mijara danûstandin an tawîzan e”.
Her wiha Beqaiî ragihand ku Îsraîl hin jî êrîşên xwe bi awayên cûrbecûr berdewam dikin û wiha lê zêde kir:
"Berxwedan diyardeyek pir kûr e û heta ku dagirkerî hebe ew ê zindî bimîne."
Beqaiî: Pêwendiyên Îran û Rûsyayê nayê wateya dijminatiya li hember welatên din
Ismaîl Beqaiî daxuyaniya Konseya Ewropayê ya derbarê "hevkariya Îranê" di şerê Ukraynayê de red kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ismaîl Beqaiî destnîşan kir ku pêwendiyên di navbera Îran û Rûsyayê de bi tu awayî nayê wateya dijminatiya li hember welatên din û got:
Beqaiî: Divê welatên Ewropî tevgerên xwe ji nû ve binirxînin
“Divê welatên Ewropî tevgerên xwe ji nû ve binirxînin û sedemên ku çima polîtîkayên dijminane yên NATOyê ewlehiya Ewropayê xistiye xetereyê, binirxînin”.