Temellî: Rapora AKP û MHP'ê ne li gor hêvîyan e!

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî raporên ku ji aliyê partiyan ve pêşkêşî Komîsyona Parlamentoyê hatine kirin nirxandin. Temellî diyar kir ku heke pêşniyarqanûn di çarçoveya rapora îktîdarê de were amadekirin wê daxwaz û bendewariyên gel bicih neyênin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiyên ku di Komîsyonê de cih digirin ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd, raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin.

Di raporên MHP û AKP'ê de sedemên Pirsgirêka Kurdan nehatine nirxandin û pirsgirêk dîsa wekî "pirsgirêka terorê" hatiye pênasekirin.

Li aliyê din, di raporan de behsa qedexe, astengiyên li pêşiya ziman û çanda Kurdî, nasname û temsîliyeta siyasî nehatiye kirin.

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li ser raporên partiyan û rûdanên pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

AKP û MHP'ê pirsgirêkê bi çêkberdanê sînordar kirine"

Temellî,dibêje,  raporên AKP û MHP’ê ji tu hêvî û bendewariyan re nebûye bersiv.

Temellî bal kişand  ser aliyên pirsgirêka Kurd ên dîrokî, siyasî  û nêzîkayên seranser yê ji mijarê jî wiha rexne kir:

“Di raporan de pirsgirêka Kurd ji hêla dîrokî û siyasî ve baş nehatiye nirxandin.  Tê dîtin ku baş fêm nekirine. Tê dîtin ku tenê ji hêla çekberdanê ve nêz dibin û li gorî xwe ji bo kesên çekan ber didin jî hinek verastkirinên bisînor pêşniyar dikin.

Yên dibêjin bila pirsgirêka Kurd çareser bibe lê qet behsa wê nekirin jî hene. Em li bendê bûn ku AKP weke partiya îktîdarê,  meseleyê bi berfirehî bigire dest û çareseriyekê raber bike.

Mixabin em nikarin bibêjin ku MHP, AKP û CHP’ê pirsgirêk baş nirxandine û çareseriyek pêş xistine.”

Rapora MHP’ê qels e

Temellî gotinên Bahçelî yên têkildarî “mavê hêviyê” bi bîr xist û ji bo rapora MHP'ê jî got ku hinek xels e û wihê lê zêd kir:

Bi taybet jî di mijarên mafê hêvî û verastkirinên qanûnî de. Lê rastiyek heye ku hem di rapora AKP’ê de hem jî di yên partiyên din de em dibînin ku di rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ne. Lê rêbazên me ji hev cuda ne.

Pengavên divê bên avêtin

Temellî bendewariyên ku hene  meclîs jî ji bo amadekirina yasaya taybet têkeve pêvajoyekê  destnîşan kir û got:

Ji bo hin gavan, pêdivî bi guherîna yasayan nînê. Daxwaza  me aliyên peywendîdar  ewe ku  di mijara girtiyê nexweş û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de  gavan bavêjin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye