Trump ji bo Greenlandê nûnerekî taybet peywirdar kir

Amerîka daxwaza xwe ya ji bo kontrolkirina Greenlandê bê navber didomîne. Trump nûnerekî taybet ji bo vê girava herî mezin a cîhanê peywirdar kir. Biryara Trump Denmarkê hêrs kir û serokwezîrê vî welatî banga rêzgirtina yekitîya axa welêt kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trump bi biryareke surprîz, nûnereke taybet a DYAyê ji bo Greenlandê peywirdar kir.

Trump got ku nûnerê taybet Jeff Landry fêm dike ka Greenland çiqas ji bo ewlekariya Amerîkayê girîng e.

Landry jî bi gotinên xwe ji Trump kêmtir nema û li ser Xê wiha nivîsand:

"Ji bo min şeref e ku ez di vê pozîsyona dilxwaz de ji welatê xwe re xizmetê bikim da ku Greenland bibe beşek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê."

Lars Løkke Rasmussen: Divê her kes rêzê li yekitîya axa me bigire

Biryara nîqaşbar a serokê Amerîkayê û gotinên Landry li Denmarkê bû sebeba fikar û reaksîyonan.

Wezîrê Derve Lars Løkke Rasmussen di daxuyaniyek kurt de da zanîn ku peywirdarkirina Landry, eleqeya berdewam a amerîkî li Greenlandê piştrast dike.

Rasmussen gotinên xwe wiha dom kirin:

"Lêbelê, em israr dikin ku divê her kes ku di nava wan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî heye, rêzê li yekitçya axa Denmarkê re nîşan bide.

Îstîxbarata Parastinê ya Denmarkê jî di raporek salane de ragihand ku Amerîka bi hêza xwe ya aborî zextê li Greenlandê bike.

Trump çav berdaye girava Greenlandê

Trump ji mêjve ye dixwaze Greenland bibe parçeyeke Amerîkayê û vê daxwazê bi eşkereyî îfade dike.

Di meha adarê de, Cîgirê Trump JD Vance serdana baregehek leşkerî ya Dewletên Yekbûyî ya li Greenlandê kiribû.

Denmark piştî vê bûyerê, gazî balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiribê û e hişyar kiribû

Denmark helwesta Amerîkayê qebûl nake û dixwaze Washington rêzê serwerîya wê ya li ser Greenlandê bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye