Di dema lidarxistina civînê de, li ser dadgeheke herêmî ya li eyaleta Darfura Bakur a rojavayê Sûdanê êrîşkeke esmanî pêk hat.
Li gorî agahiyan, dronekê nêzîkî 4 mûşekan avêtin baregeha dadgehê ya bajarokê Kebkabiye, di encamê de 37 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûn.
Hat eşkerekirin ku ev êrîş di dema civîna serokên herêmê de pêk hat.
Hevpeymaniya Damezirîner a Sûdanê "Tasis", ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê birêvebirin, artêşa Sûdanê bi vê êrîşê tawanbar kir.
Şerê li Sûdanê di nîsana 2013'an de di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kir, ku di encamê de bi deh hezaran kes mirin û bi milyonan kes koçber bûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka salê ve êrîşên bi balafirên bêmirov li seranserê welêt zêdetirî 1000 Sûdanî kuştine.
Neteweyên Yekbûyî vê rewşê wekî krîza birçîbûn û koçberiyê ya herî xirab a cîhanê bi nav dike.
Her du aliyên di şer de bi sûcên şer û hedefgirtina deverên sivîlan tên tawanbarkirin.
Bi taybetî Hêzên Piştgiriya Lezîn, bi talankirina sîstematîk, şîdeta cinsî û kuştinên bi motîvasyonên etnîkî tê tawanbarkirin.