Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de şer bênavber berdewam e.
Parêzgarê Nîvgirava Qirimê Sergei Aksyonov, yê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, got ku di êrîşa dijmin a şevê din de ya li ser nîvgiravê, sê sivîl hatine kuştin û du kes jî birîndar bûne.
Rûsya: Êrîşa Ûkraynayê depoyeke şirketa bazirganiya elektronîkî armanc kir
Şirket û rayedarên Rûsyayê piştrast kirin ku êrîşeke asmanî ya Ûkraynayê, depoyeke şirketa bazirganiya elektronîkî ya Rûsî li herêma Vladimir hatiye armanckirin.
Kîev jî dibêje ev şirket komkirina parçeyên dronan û alîkariya artêşa Rûsyayê dikin û da zanîn ku wan ji nîvê meha tîrmehê ve li ser nêzîkî 20 malperên Wildberry êrîş dane destpêkirin.
Rûsya: Me du bajarokên din li Xarkîvê rizgar kirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di 24 saetên dawî de bajarokên Belî Kolodets û Ustînovka yên li herêma Xarkîvê ya rojhilatê Ûkraynayê hatine rizgarkirin û 1295 kuştî û birîndarên dijmin çêbûne.
Daxuyaniya rojane ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser pêşveçûna operasyona leşkerî li Ûkraynayê wiha ye:
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Hêzên Başûr pozîsyona xwe ya taktîkî baştir kirin û 175 leşkerên Ûkraynî kuştin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Hêzên Bakur ên Rûsyayê 155 leşkerên dijmin kuştin.
Hêzên Rojava jî 210 leşkerên Ûkraynî kuştin û 3 erebeyên zirxî û stasyoneke şerê elektronîkî wêran kirin.
Li gorî daxuaniya Wezareta Rûsyayê, hêzên navendî cih û xetên stratejîk bi dest xistin û 345 leşkerên Ûkraynî kuştin.
Hêzên Rojhilat ên Rûsyayê jî pêşveçûna xwe ya kûr di nav axa Ûkraynayê de berdewam kirin û 370 leşkerên Ûkraynî kuştin.
Di dawiya Daxuyanyê de hat gotin ku Parastina Asmanî ya Rûsyayê 651 dronên Ûkraynî, 7 bombeyên pêşketî û 5 mûşekên HIMARS'ê anîne xwarê.