Gelek şirketên geştyariyê wê di meha pêşiya me de dest bi geştên rojane û heftane ji Ewropa ber bi Îsraîlê ve bikin.
Ji bilî şirketa hewayî ya Almanî Lufthansa, Condor jî plan dike ku geştên xwe yên birêkûpêk ji nû ve dest pê bike.
Berdevkê şirketa Lufthansa piştrast kir ku duh şirketê 2 geştên rojane ji Frankfurtê ber bi bajarên Îsraîlê ve ji nû ve dan destpêkirin.
Awistirya jî, bi rêya şirketeke girêdayî Lufthansa Groupe, di meha hezîrana borî de, ji Viyanayê geştên xwe ji nû ve dan destpêkirin.
Niha hejmara geştan a vê şirketê di hefteyekê de digihîje 11'an.
Her wiha şirketa Euro-wings plan dike ku di nîvê tîrmehê de, ji nû ve geştên ber bi Îsraîlê ve dest pê bike.