Wezareta Karên Derve ya Pakistanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku navbeynkarên Pakistanî û Qeterî li Dohayê bi şandeyên Îranî û Amerîkî re bi awayekî cuda civiya bûn.
Li gorî daxuyaniyê, her du alî di dema danûstandinan de pêşketin bi dest xistine.
Wezaretê got ku her du alî li hev kirine ku piştî merasîma cenazeyê Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî, di zûtirîn demê de ji nû ve dest bi danûstandinan bikin.
Merasîma cenazeyê Elî Xameneyî biryar e ku di 4'ê tîrmehê de dest pê bike û di 9'ê tîrmehê de bi dawî bibe.
Li gorî ku kanala Erebiye belav kir, tê payîn ku dema gera din a danûstandinan wê di 18’ê tîrmehê de be.
Têkildarî vê mijarê, Wezareta Karên Derve ya Qeterê berê diyar kiribû ku aliyên Amerîkî û Îranî di mijarên têkildarî bîrnameya têgihîştinê ya îmzekirî de, pêşketinên erênî bi dest xistine.
Qeterê roja sêşem û çarşemê mazûvaniya danûstandinên teknîkî û şêwirmendiyên dîplomatîk ên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de kir.
Ev danûstandin beşek ji hewldanên kêmkirina rageşiyê bûn, piştî rêzeêrîşên herdu aliyan ên hefteya borî.
Ji aliyekî din ve, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî jî da zanîn ku herdu alî li hev kirine ku xaleke ragihandinê ava bikin.