Hindistanê kirîna petrolê ji Îraqê rawestand

Hindistanê, ji ber rageşiya li Tengava Hurmizê û şerê di navbera Amerîka û Îranê de, kirîna petrolê ya ji Îraqê rawestand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi zêdebûna êrîşên li ser tankerên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, şîrketên parzûngehê yên herî mezin ên Hindistanê, veguhestina petrola xav ji Îraqê rawestandin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê, ragihand ku Saziya Neftê ya Hindistanê karên barkirina keştiyên neftê li peravên Besrayê betal kirine.

Her wiha Hindistanê, xwediyên keştiyan hişyar kirine ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê û gurbûna aloziyan, bi ti şêwazî nêzîkî Tengava Hurmizê nebin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2025’an de, nêzîkî %20’ê tevahiya petrola hawirdekirî ya Hindistanê, ji aliyê Îraqê ve hatibû dabînkirin.

Ev yek jî bûbû sedem ku Îraq bibe yek ji bihêztirîn dabînkerên petrola xav ji bo Hindistanê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye