Îran li dijî balafirên şer pergaleke nû ya hewayî bi kar tîne

Supaya Pasadaran ragihand ku Tehranê ji bo hedefgirtina balafirên şer ên Amerîkî pergaleke nû ya parastina hewayî bi kar aniye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Baregeha Xatem el-Enbiya ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Îbrahîm Zûlfeqarî eşkere kir ku bi riya vê pergala nû, wan di roja înê de, balafireke pêşketî ya F-35 a Amerîkî, 3 dron û 2 mûşekên li dijî sîstema radarê xistine xwarê.

Di heman demê de, 2 balafirên A10 û 2 helîkopterên Black Hawk hedef girtine 

Çavkaniyên Amerîkî ragihandibûn ku balafira hatiye xistin ne F-35, ya hatiye xistin F-15 ye. Ev balafir 2 pîlot tê de cih digrin.

Beriya vê yekê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku qada hewayî ya Îranê bi tevahî di bin kontrola hêzên Amerîkî de ye û Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth jî, ev yek tekez kiribû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye