Ûkraynayê bi dronan li rafîneriya petrolê xistin

Balafirên bêmirov ên Ûkranyayê, paytexta Rûsya Moskovayê hedef girtin. Di encama êrîşan de yek ji mezintirîn refîneriyên pertolê yên Rûsyayê hat xistin. Di heman demê de Kîev jî bi fuzeyan hat hedefgirtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ûkraynayê şeva çarşemê êrîşeke berfireh bi balafirên bê pîlot li ser paytexta Rûsyayê Moskovayê, pêk anî.

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin, ragihand ku gelek balafirên bê pîlot ên Ûkraynayê, paytext hedef girtine û got ku hin ji wan jî gihiştin Rafîneriya Petrolê ya Moskowayê.

Hêzên Rûsyayê heta sibehê 52 balafirên bê pîlot xistine xwarê

Sobyanin, got ku hêzên parastina hewayî ya Rûsyayê êrîş asteng kirine û heta sibehê 52 balafirên bê pîlot xistine xwarê.

Ev rafînerî li herêma Kapotnya ya başûrê rojhilatê Moskovayê ye û beşeke mezin ji pêdiviya sotemeniyê ya bajarê Moskovayê dabîn dike.

Ev cara duyemîn e ku di van rojên dawî de dibe hedefa êrîşan.

Li balafirgeha Şeremetyevo hişyarî hat dayîn

Ji ber êrîşê li Balafirgeha Şeremetyevo ya ku yek ji mezintirîn balafirgehên Moskovayê ye hişyarî hat kirin.

Rêwî û karmendan ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Piştre rayedaran ragihand ku hişyarî hat rakirin û seferên balafiran hêdî hêdî vegeriyan rewşa asayî.

Waliyê Herêma Moskovayê Andrey Vorobyov, jî got ku avahiyek û navendeke bazirganî zirar dîtine, lê qurbanî ango birîndar çênebûne.

Kîev jî hate hedefgirtin

Di heman demê de paytexta Ûkraynayê Kîev, jî rastî êrîşeke fuzeyan a Rûsyayê hat.

Piştî hişyariya êrîşên hewayî, dengê teqînan li bajêr hat bihîstin.

Şahidên bûyerê, diyar kirin ku gelek kes berê xwe dane jêrzemînan.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Tymur Tkaçenko, got ku li gorî agahiyên destpêkê ti qurbanî yan zirareke mezin nehatiye tomarkirin.

Di ser şer re 4 sal derbas bûn

Şerê ku di sala 2022’yan de dest pê kiribû niha ketiye sala xwe ya çaremîn. Di van mehên dawî de êrîşên hewayî yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de zêde bûne.

Di vê navberê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, di civîna G7’ê de got ku divê Rûsya bigihîje peymanekê.

Her wiha Trump, peyama dibe ku hin cezayên li dijî Moskovayê dîsa werin sepandin, da.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye