Di daxuyaniya duh ya Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, hate ragihandin ku ev “komên piştevaniya Îranê dikin” ne tenê ji mirina welatiyên Amerîkî berpirsyar in, her wiha aboriya Iraqê lawaz dikin û bi rêya gendelî û bazirganiyê çavkaniyên welêt talan dikin.
Nahêlin hikumetek li Iraqê ava bibe û bi vî rengî gefê li ewlekariya herêmî dixwin.
Di nava komên ku ketine ber cezayan de Ketaîb Hizbullah jî heye ku ji aliyê Washingtonê ve wek rêxistina terorê tê pênase kirin.
Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kiribû ku ev kom di rewandina akedemîsyêna Rûs Elizabeth Tsurkov ya di sala 2023'an de rol lîstî ye.