Ajansa France Press ragihand ku li eyaleta Zamfara di kemînekê de,13 endamên Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmetê ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.
Şêniyên wê herêmê dibêjin ku bi salan e li bakurê rojava û navenda Nîjeryayê ev komên çekdar terorê dikin, êrîşî gundan dikin, niştecihan direvînin, mal û milkên sivîlan talan dikin û wan dişewitînin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmareke mezin ji "çekdaran" êrîşî gundê Adabaka yê li Wîlayeta Bukuyum kirin û hejmarek ji niştecihan revandin.