Trump derbarê Tengava Hurmuzê de hişyarî da: Eger piştgirî neyê dayîn, NATO bi paşerojeke pir tarî re rû bi rû ye

Serokê DYA'yê Donald Trump, derbarê Tengava Hurmuzê de, gef li hevalbendên NATO'yê xar û got: "Eger alîkariya ku tê xwestin negihêje, "paşerojeke pir tarî li benda NATO'yê ye." Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî bersiv da û wiha got: "Tehran naxwaze bi Washingtonê re têkilyê bike û sedemeke bingehîn tune ye ku bi wan re pêwendiyê bike."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de kete hefteya sêyemîn.

 

Êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê û êrîşên Îranê yên li ser baregehên Îsraîl û Amerîkayê yên li herêmê di roja 17'an de berdewam dikin.

 

Ji aliyekî ve ku êrîşên hewayî yên bermaber hev berdewam dikin, Amerîka zext û hewldanên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê didomîne.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump  ji NATO û welatên din alîkarî xwestiye, lê heta niha bersiveke erênî nehatiye dayîn.

 

Trump got ku ew ji bo misogerkirina berdewamiya sewqiyatê di Tengava Hurmuzê de, piştgiriya hevalbendên NATO'yê hêvî dike.

 

Serokê Amerîkayê ji bo îdiaya ku welatên Ewropî bêtir bi petrola Kendavê ve girêdayî ne, got ku ji bo vekirî mayîna Tengava Hurmuzê pêwîste ku hevalbend alîkariyê bidin.

 

Tevî banga Trump ji bo parastina Tengava Hormuzê û şandina petrol û gaza cîhanê bihayên petrolê zêde dibin.

 

Nirxa nefta Brent ji sedî 1.2 zêde bû û gihîşt 104.41 dolarî.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî têkildarî mijarê raghand ku Tehran naxwaze têkilyê bi Washingtonê re bike.

 

Her wiha got ku ew bi têra xwe bihêz in, dikarin parastinê bike ji be tu sedemek bingehîn tune ye ku bi Amerîkiyan re biaxivin.

 

Wezîrê Derve ya Îranê Ebas Eraqçî di pêwendiyeke telefonî de, bi hevtayê xwe yê Fransî Jean-Noel Barrot re daxwaza dûrketina ji her cure kiryarekê kir.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye