Duh, di şeva 16`an ya şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi Îranê re danûstandinan dikin.
Tramp ev yek di dema di balafira serokatiyê de, bi rojnemavana re, anî ziman.
Her wiha tevlî tekezkirina danûstandinan jî, Trump da xuyakirin dibe ku Îran ji bo vê yekê ne amedeye û wiha got:
“Ew niha ne amadene, lê ew nêzîk dibin.”
Her wiha Trump rave kir ku ew ne piştrast e ka gelo ew dixwaze peymanek ji bo bidawîanîna şer bi Îranê re çêbike an na.
Berê jî, Wezîrl Karê Derve yê Îranê Abas Araqçî eşkere kiribû ku ew ne di nava danûstandina de bi Dewetên Yekbûyî yên Amrîkayê re ne.
Her wiha Araqçî duh jî anîbû ziman ku ew her hawildaneke ji bo rawestandina şer pêşwazî dikin.
Di hevdema danûstandinên di nabera Dewletên Yekbêyî yên Amrêka û Îranê de, Amerîka û Îsraîl bi opersiyoneke hevbeş wekî wan bi nav kir pêşlêger di 28`ê Sebatê de, êrîşên berfireh li dijî Dewleta Îranê pêk anîn.
Di bersiva wê de jî, Dewleta Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baragehên Amerîkî yên li herêmê û deverên Îsraîlê kir.
Ji wê demê ve, şer di navbera her dû aliyan de ranewestiyaye.