Abdullah Ocalan: Tu herî ku derê, silavên min ji gelê min re bêje

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan li Êlihê tevlî şîva fitarê ya ku ji hêla MEBYA-DER û TUAYDER ve hatî lidarxistin, bû. Omer Ocalan, di bernamê de axivî û diyar kir ku Rêberê Damezrîner yê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye: "Hûn diçine ku derê, silavên min ji gelê min re bigihînin" û got: "Min silavên Rêberê me ji we re anîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Êlihê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) li saloneke taybet bernameya fitarê li dar xistin.

 

 

Bername bi rêz girtinê dest pê kir, endama MEBYA-DER'ê Mehdiye Kaptan axivî û got, "Her çend em îro li vir bi hev re kêfxweş bin jî, em ji ber wefata siyasetmedarê vî gelî Salih Muslim, pir xemgîn in."

 

Mehdiye Kaptan bang li hemû Kurdan kir ku piştgiriyê bidin MEBYA-DER'ê û daxwaza yekîtiyê kir.

 

 

'Min silavên rêbertî anîn'

 

 

Di dawiyê de, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan, tekez kir ku ev ax axên agir in û got, "Her roj li cîhekî şehîdên me hene.

 

Li her çar perçeyên Kurdistanê bedelên giran tên dayîn. Divê em her tim kesên ku van bedelan didin bi bîr bînin. Ji bo vê yekê, divê em erka xwe baş bikin."

 

Ocalan, bal kişand ser pêwîstiya siyaseta demokratîk û got, "Bê guman, li Îmraliyê jî ji hêla Rêber Ocalan ve kar tê kirin.

 

Em 10 roj berê çûn ba wî. Tiştê ku wî ji me re got ev bû, 'Hûn  diçine ku derê, silavên min bidin gelê min.' Min silavên Rêber ji vir ji we re anî.

 

Em ê bixebitin, rêxistina xwe li her derê xurt bikin û pêşerojek azad û demokratîk ava bikin."

 

Parlementerê Rihayê behsa hevdîtina xwe ya bi Rêberê Damezrîner yê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêbertî behsa entegrasyona demokratîk dike.

 

Entegrasyona demokratîk tê wateya ku dewlet me bi ziman, çand, hûner û hebûna me qebûl bike. Dema ku ev yek bibe, entegrasyona demokratîk wê bigihîje armanca xwe."

 

Bernameya fitarê bi duayan bi dawî bû.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye