Ji aliyê xwe ve jî serokê Saziya Mam Celal Talebanî Dr. Mihemed Sabir, da xuyakirin ku guhertina navê balafirxaneyê, gaveke ji bo zindî hiştina navê Mam Celal e.
Hate ragihandin ku biryara guhertina navê balafirxaneyê li ser daxwaza Saziya Celal Talebanî bûye.
Serokê Saziyê da zanîn ku, piştî temamkirina pêngavên pêwîst dê bi merasîmekê, navê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê were guhertin.
Di 20'ê tîrmeha 2005'an de, bi biryareke serokomarê wê demê yê Iraqê Celal Talebanî ve, Balafirxaneya Silêmaniyê hatibû vekirin.