Komeleya Şoreşger: 9 pêşmergeyên me şehîd ketin

Danê vê sibehê bi droneyan êrişî ser baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li sînorê Silêmaniyê û Hewlêrê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamekî Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li ser êrişên bi dron û mûşekan ên li ser kampên wan agahî parve kirin.

Hat ragihandin ku navenda Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ya li Zirgwêza Silêmaniyê bi 6 mûşekan hatiye bombebarankirin û di encamê de agir bi baregehê ketiye.

Berpirsê Komeleya Şoreşger Ebdulla Azerbar li ser encamên êrişê ev agahî parve kirin:

  • "Danê sibehê bi 6 mûşekan êrişî ser baregeha me ya

Zirgwêzê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hat kirin."

 

  • "Li gorî amarên destpêkê, herî kêm 9 şehîdên me hene û îhtimal heye ku ev hejmar zêdetir bibe."

 

  • "Her wiha 2 kes birîndar bûne."

 

  • "Ji ber ku agir hîn jî berdewam dike, 2 kes winda ne."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye