Tevî ku agirbest di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de pêk hat, lê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê domiyan.
Der barê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê de, Fermangeha Medya û Agahdariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniyê da zanîn ku wan êrîşên ji 28`ê Sibatê ve heta 20`ê Nîsanê tomar kirine û wiha got:
"Ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê yê 28`ê Sibatê ve, 809 caran êrîş li ser başûrê Kurdistanê hatine kirin.
Di encama êrîşan de, 20 kes şehîd bûne û 123 kes jî birîndar bûne."
HERÎ ZÊDE ÊRÎŞ LI SER HEWLÊRÊ HATIYE KIRIN
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrguliyên êrîşan bi vî rengî eşkere kirin:
Parêzgeha Hewlêrê: 477 êrîşên bi mûşek û dronan.
Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê: 235 êrîşên bi dron û mûşekan.
Parêzgeha Dihokê: 29 êrîş bi dronan hatine kirin.
Îdareya Serbixwe ya Soranê: 68 êrîş bi mûşek û dronan hatine kirin.
DI ÊRÎŞAN DE 20 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Her wiha daxuyaniyê encamên qurbanî, birîndar û zirarên êrîşan eşkere kirin:
Hewlêr: 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 83 birîndar bûn û 726 welatî jî ziyanên madî dîtin.
Silêmanî û Helebce: 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 jî birîndar bûne.
Dihok: Zêdeyî 13 caran êrîş li ser şirketên sektora taybet hatiye kirin û ziyan gihaştiye malên welatiyan.
Îdareya Serbixwe ya Soranê: Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 34 birîndar bûn û 35 mal û kargehên welatiyan ziyan dîtine.
Li gorî rapora giştî ya hikûmetê, di navbera 28`ê Sibatê û 20`ê Nîsanê de, bi giştî 701 dron û 108 mûşek li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn.
Di encama van 809 êrîşan de, bîlançoya qurbaniyan gihaşt 20 kesan ku jiyana xwe ji dest dan û 123 birîndar bûn.