Bernameya bîranînê ya 10`emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê bi pêşengtiya Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê hat eşkerekirin.
Sevgî Yilmaz: Ji bo Tirkiye demokratîk bibe wê tekoşîna me berdewam be
Di diyarkirina bernameyê de Sekretera Giştî ya KESK'ê Sevgî Yilmaz axivî û got: “Ji bo li Tirkiyê aştî pêk were û bibe welatekî demokratîk em ê tekoşîna xwe bidomînin."
Sevgî Yilmaz bal kişand ser sistahiyên ewlehiyê û gumanên komkujiyê û got: “Hemû kesên îro amade bi awayekî tesadûfî ji komkujiyê rizgar bûn. Em hîn jî ji xwe dipirsin ew bombeyên zindî çawa hatin û kê rê da wan ku werin wir.”
Ozgur Topçu: Em komkujiyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin
Sekreterê giştî yê TMMOB'ê Ozgur Topçu jî eşkere kir ku hîn berpirsyarên komkujiyê ne hatine eşkerekirin û got: “Em ti carî ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin, heya li vî welatî Aştî û Azadî pêk were em ê tekoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan endamê lijneya rêveber a komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Can Ateş bernameya bîranînê parve kir.
Bernameya çalakiyên biranînê hat eşkerekirin
Bernameya bîranînê di 10`ê cotmehê de li pêşiya Metroya Ulusê wê hevdîtina gel were çêkirin, dê ji pêşiya Gara Enqereyê heta Edliya Enqereyê meşa Edaletê were lidarxistin,
Dîwana muzîkê ya 10`ê Cotmehê wê li Navenda Hunerê ya Hemdem çalakiyên hunerî werin pêşkêşkirin û di panel û forumên cuda de komkujî were bîranîn.
Bernameya çalakiyên bîranîna komkujiyê heta 19`ê Cotmehê bi çalakiyên wek meş, panel-forum, gotubêj, serdana goristanên cangoriyan û çalakiyên cur be cur wê berdewam bike.