11'emîn festîvala Roja Seyîdsadiq li Başûr hate lidarxistin

11'emîn Festîvala Roja Seyîdsadiq li parêzgeha Silêmaniyê hate lidarxistin. Beşdarên festîvalê bi girîngî behsa lidarxistina festîvalê kirin û wiha gotin: "Xelkê bajêr bi kelecaneke mezin beşdar bûye. Ev festîval her sal ji bo zindîkirina çanda bajarê me tê lidarxistin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her sal ji bo zindîkirina çand û hunera bajêr, li navçeyên parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê festîval tê lidarxistin.

Bi dirûşmeya Seyîdsadiq warê reseniyê ye, 11'emîn Festîvala Çandê ya Seyîdsadiq, bi pêşengtiya parêzgarê bajêr, li nêzîkî seyrangeha Kanî Askan hate lidarxistin.

Yek ji organîzatorên festîvalê Birwa Mihemed, diyar kir ku di festîvalê de gelek çalakiyên curbecur wekî stran, govend, siwariya hespan û karên destî tên nîşandan.

Çovîn Osman ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî festîvalê bûye got ku, ji bo dîtina tiştên Kurdewarî û zindîkirina reseniya gelê Kurd ev festîval girîng e.

Festîvala Çandê ya Seyîdsadiq bi coş û gerandina govendên Kurdî bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye