Rêveberiya Xweser: Divê Hikûmeta Veguhêz diyalogê esas bigire

Rêveberiya Xweser iya Demokratîk bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir ku diyalog û çareseriya siyasî ya dûrî zimanê şer û çekê esas bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrîşên berdewan ên Hikkûmeta Veguhêz li dijî herêmê pêk tîne de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em rageşiya bê sedem ku komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê dimeşîne şermezar dikin.

Gelê Sûriyê di dirêjahiya zêdetirî 15 salan de ji ber şer, wêrankirin, kuştin û koçberkirinê êş kişandiye.

Gelê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cuda hêvî dike ku rûpela şer were girtin û bi ewlehî û rûmet bijîn, siberojeke ewle û aştiya navxweyî ava bibe.

Me berê jî gotibû, zimanê diyalog û nîqaşê ku rêya çareserkirina pirsgirêkên asêmayî ye, divê di navbera hemû hêzên Sûrî de serwer be.

Divê zimanê gef, şer û çekan neyê bikaranîn ku dê rijandina zêde ya xwînê û wêrankirinê bi xwe re bîne. Dê di vî şerî de serkeftî û binkeftî tune bin, lê dê welat û gelê Sûriyê berdêlên vî şerî bidin.

Li ser vê yekê em bang li hemû hêzên Sûriyê dikin ku em yek bin, zimanê kîndarî û provokasyonan red bikin. Em xwişk û biratiya gelan û nirxên jiyana hevbeş pêş bixin, em ji bo Sûriyeke nenavendî bixebitin ku mafên hemûyan tê de mîsoger bin.

Em bang li hikumeta demkî ya Sûriyê dikin ku di biryarên xwe de hakim û berpirsyar be, diyalog û çareseriya siyasî ya dûrî zimanê şer û çekê esas bigire, ji ber ku ev yek dê li gorî berjewendiyên bilind ên gelê Sûriyê û yekparbûna welat be.

Em amade ne li diyalogan vegerin û hemû pirsigrêkan çareser bikin da ku dawî li herikîna xwîna Sûriyan were û planên ‘parçe bike û têk bibe’ yên bi armanca derxistina nakokiyan di nava gelê Sûriyê de, têk bibin.

Di demên dawî de hin kanal û malperên îstîxbaratî agahiyên derdew derheqê me û têkiliyên me yên bi dewletên derdorê re, bi taybetî bi Îranê re belav dikin.

Em teqez dikin ku planeke me ya siyasî ya sabit heye, ew jî esasgirtina îradeya gelan û jinan, mafên wan ê di dan û standinên bi hemû hikumetan re ye. Li ser vê yekê helwesta me ji bûyerên ku Îranê rû didin pir zelal e.

Em li dijî rejîma Îranê ne ku rojane jin, ciwnên Kurd, Ereb, Belûç û Faris bi darve dike.

Em di wê baweriyê de ne ku pergala demokratîk vebijrêka yekane ya rizgarkirina gelê Îranê ye.

Herî dawî em bang li civata navneteweyî û dewletên ku di kar û barên Sûriyê de aktif in, dikin ku ji bo rêgirtina li ber şerekî nû li Sûriyê helwestên zelal bigirin û gavên cidî û çalak biavêjin.

Her wiha piştgiriyê bidin proseya siyasî ku bidawîkirina êşa gelê Sûriyeyê û pêkanîna aştiyeke mayînde mîsoger dike."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye