Komîteya ku 9-11 Hezîranê dê li Strasburgê bicive, dê sepanên biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku, Tirkiye jî di nav de 24 welatan nehatiye bicihanîn were axaftin.
Di nav dosyayên digirin dest de di derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku di 4'ê Mijdara 2016 an de hate girtin û Osman Kavala yê di 18 ê Cotmeha 2017 an de hate girtin de ku biryara ‘’tavilê were berdan’’ hatibû girtin jî werine axaftin.
Biryarên ku di komîteya Wezîran de hatin girtin dê di 12'ê Hezîranê de li ser malpera fermî ya Konseya Ewropayê were parvekirin.
Komîteya Wezîran bi bingeha agahiyên di derbarê meqamên neteweyî, serlêderan, rêxistinên civaka sîvîl, saziyên mafên mirovan a neteweyî û agahiyên ji aliyên eleqedar kontrol dike.
Heta îro di derbarê Demirtaş û Kavala de biryara ‘’tavilê were berdan’’ nehate bicihanîn. Berovajî di pêvajoya girtîbûnê de dîlgirtîbûna wan hate misogerkirin.