Mazlûm Ebdî beriya sersalê wê biçe serdana Şamê

Berdevkê Ragihandinê yê QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya sersalê dê biçe serdana Şamê û got, têkildarî entegrasyona QSD’ê ya di artêşa Sûriyê, de hemfikirin û bi Şamê re xalên hevpar hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî, têkildarî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê de ji televîzyona Al Arabiya re axivî.

Ferhad Şamî, diyar kir ku dê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya serê salê biçe serdana Şamê bike û di mijara entegrekirina QSD’ê ya di artêşa Sûriyê de hemfikir in û bi Şamê re xalên hevpar hene. 

Şamî, îdiayên li ser hin dezgehên çapemeniyê hatin weşandin ku dibêjin QSD’ê li eyaleta Suweydayê hêzên leşkerî yên Durzî perwerde kirine derewin û got: “Me hêzên Hîkmet El Hîcrî perwerde nekirine. Têkiliyên me yên bi gelê Durzî re hem siyasî hem jî di asta gel de ne. Tecrûbeyên wan ên leşkerî hene û pêwîstiya wan bi perwerdeya leşkerî ya QSD’ê nîne.”

‘Tu têkiliyeke me bi Îsraîlê re nîne’

Şamî, têkildarî îdiayên der heqê têkiliyên QSD û Îsraîlê de jî got: “Tu têkiliya me bi Îsraîlê re nînin. Heke têkilî bi Îsraîlê re hebûna dê tu kesî cisaret nekira êrişî HSD’ê bike. Yên van gotegotan belav dikin, ew kes in ên xwedî tu projeyeke neteweyî ya berfireh a Sûriyeyê nînin.” 

Mazlûm Ebdî: Guftûgoya bi hikûmeta demkî re qut nebûn 

Di vê navberê de, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî duh di civîna Şandeya Piştevaniya Muzakereyan a duh li Tebqayê hat lidarxistin de axivî û di heman çarçoveyê de axivîbû. Ebdî, gotibû ku ew girêdayî Mitabeqeta 10’ê Adarê û her çend car bi car binpêkirin çêbibin jî guftûgoya bi hikûmeta demkî re qut nebûne û ji bo pêşxistinê hewldanên wan hene. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye