Îbrahîm Şêxo: Divê rêxistinên navdewletî binpêkirinan belge bikin

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî êrîş û zextên li ser Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî û got ku tevî agirbest û lihevkirina vê dawiyê ya di navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikumeta Veguhêz a Şamê de, hîn jî binpêkirin dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê rewşa dawî ya taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê de, Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ANF`ê re ev nirxandinan kir. 

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku tevî di navbera Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikumeta Veguhêz a Şamê de hevpeyman hatiye îmzekirin jî, êrîş û dorpêç didomin û Hikûmeta Şamê hevpeymanê binpê dike.

 

`Armanca wan ji van binpêkirinan valakirina her du taxan e`

 

Şêxo diyar kir ku komên çete yên girêdayî Emşat û El Hemzat li derdora taxê bendên xwe danîne û wiha domand: "Di van rojên dawî de jî bendên xwe li derdora taxan zêde kirine û gelek ciwanên Kurd digirin û êşkence li wan dikin. Her wiha li ser wan bendên kontrolê, êşkence li jinekê jî kiribûn. Armanca wan valakirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.”

 

`Dorpêç dibe sedem ku pêdiviyên jiyanî pêk neyên`

 

Îbrahîm Şêxo da xuyakirin ku rêya deriyê Dêr Hafir û rêya ku ji Şamê digihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine girtin û ev dorpêç dibe sedem ku pêdiviyên gel ên jiyanî jî pêk neyên."

 

`Eger dorpêç dewam bikin wê rewş zehmetir bibe`

 

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îro erka sereke ya ku ji saziya mafê mirovan tê xwestin ew e ku ev kiryar û binpêkirinên ku tên kirin belge bikin. Her wiha van belgeyan bigihînin komîteyên lêpirsîna navdewletî û li wir edalet pêk were, yan jî wê rewş ber bi aloziyek zehmetir ve biçe."

Komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Şamê di 6`ê Cotmehê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç meşandibûn û ciwanên Kurd revandibûn. Şêniyên her du taxan ji bo rakirina dorpêçê xwepêşandanan li dar xistibûn.

Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz bi guleyan êrîşî şêniyan kiribûn û gelek welatî birîndar bûbûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye