Komîteya Bilind a qanûnî bi şêniyên Şehba re civiya

Bi armanca çareserkirina krîzên debarê û xizmetguzariyê, her wiha ji bo vekirina kenalên yekser yên diyalogê ya bi welatiyan re, Komîteya Bilind a Qanûnî bi şêniyên bajarê Şehba yê bakurê Siwêdayê re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Meclisa bajarê Şehba Samir Seymûa got ku ruxmî hebûna zêdetirî 40 hezar koçberan di bajêr de xizmetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin gelekî hindik in .

Şêniyan diyar kir ku divê pirsgirêkên perwerdehiyê werin çareserkirin, nexasim ku mûçeyên mamosteyan ji 4 mehan û vir ve hatine qutkirin.

 

Dayikan banga berdana girtî û revandiyan kirin

 

Hejmarek dayikan jî banga berdana girtî û revandiyan kir û daxwaz kirin ku vê mijarê bixin karên xwe yên pêşîn.

Serokê Komîteyê Dadger-Şêwirmend Muhened Ebû Faûr destnîşan kir ku Hikumeta Veguhêz berpirsê van zehmetiyan e û got ku berî çend rojan biryar hat dayîn ji bo domandina pêvajoya perwerdehiyê divê koçber ji bo navendên altarnatîf werin veguhastin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye