Hanan Balkhy: Li Xezeyê nexweşî ji kontrolê derketiye

Di hevpeyvînekê de ligel AFP'ê, rêvebera herêmî ya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Hanan Balkhy, hişyarî da ku belavbûna nexweşiyan li Xezeyê ji kontrolê derketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hanan Balkhy got ku sektora tendirustiyê li Xezeyê hatiye hilweşandin û ji 36 nexweşxaneyên li bajêr tenê 13 nexweşxane qismî dixebitin.

Her wiha Hanan Balkhy piştrast kir ku nexweşiyên vegirtî weke menenjît(sehaya), sendroma Guillain-Barré (nexweşiyeke parastinê ku bandorê li sinirên laş dike), zikçûn û nexweşiyên nefesê, ji kontrolê derketine.

Li gorî daneyên NY, ji 7'ê cotmeha 2023'an vir ve, navendên tendirustiyê yên li Xezeyê rastî zêdetirî 800 êrîşan hatine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye