Îro li paytexta Îranê xwepêşandanek ji bo roja Qudsê hate lidarxistin.
Roja Qudsê ya ku di îna dawî ya Remezanê de tê bibîranîn, Rêjîma Îranê bi vê boneyê bang li welatiyan kiribû ku ji bo xwepêşandanê dakevin qadan.
Televîzyona Îranê ragihand ku îro li Tehranê, paytexta Îranê, 2 teqîn çêbûn.
Li Qada Firdewsî ya ku nêzîkî Zanîngeha Tehranê ye û nêzî cihê xwepêşandanê ye, teqînek çêbû.
Îsraîlê hişyariya lêdanê dabû
Îsraîlê beriya ku teqîn pêk were, Îran hişyar kiribû ku ew ê qadê hedef bigirin.
Rejîma Îranê di derbarê teqînê de tu agahî parve nekir. Beriya teqîna li Tehranê teqînek li Qazwînê pêk hatibû.
Hat ragihandin ku li Tehranê êrîşên din jî qewimîne.
Îranê êrîş bir ser Kampa PDK-Î ya li Soran
Di heman demê de, Supayê Pasdaran ê Îranê bi du dronan êrîş bir ser baregeha Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya ku li Dola Akoyanê ya Îdareya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê kiriye.
Medya partiya Demokrat jî êrîş piştrast kir û ragihand ku di encama êrîşê de, ti ziyanek canî çênebûye.
Hêjayî gotinê ye ku duh bi şev jî bi dronên xwekuj êrîş li ser Kampa Zewî Spî ya malbatên Partiya Demokrat ya li sînorê navçeya Koye ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê hatibû kirin.
Her wiha Serokê DYA'yê Donald Trump, ragihand ku ew ê hefteya bê bi dijwarî êrîşî Îranê bike.
Îranê jî ragihand ku ew ê dersek xurt bide Îsraîl û DYA'yê.