Li gorî agahiyan, baregeha leşkerî ya li taxa Ebasiyîn a bajarê Humsê hat hedefkirin û dengê teqînê hat bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.
Ambulansan berê xwe dan cihê bûyerê û birîndar rakirin.
Li gundewarên Siwêdayê yê Sûriyê pevçûn derket
Li aliyekî din jî, di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, pevçûn derket.
Pevçûn Îro di saetên sibehê de, li ser rêya Meamil Seila ya li rojavayê bajarê Siwêdayê rûdabû.
Hate diyarkirin ku komên girêdayî Hikûmeta Sûriyê, li bajarokê Xirbe Semer bi çekên giran zeviyên çandiniyê yên bajarokê Era yê li rojavayê bajêr kirin hedef.
Agahiyên di derbarê zirarên canî de nehatine bidestxistin.
Lê ev pevçûn di nava şênî û cotkaran de, bû sedem ku tirs çêbibe.