Tevî dirêjkirina agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de jî, êrîş hîn jî berdewam in.
Çavkaniyên medyayê ragihandin ku Îsraîlê roja yekşemê bajarokên Zoter, Yamer Şeqaf, Mefdûn û Dêrazora Şerqiyê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de, niştecih ji başûrê Çemê Lîtanî ber bi Sîdon û Beyrûtê ve koçber bûn.
Di 24 saetên dawîyê de 7 kes hatine kuştin
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku Li başûrê Libnanê di êrîşên Îsraîlê de, di 24 saetên dawîyê de 7 kes hatine kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûne ku 3 ji wan zarok in.
Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê, ji 2`yê adarê ve, di êrîşên Îsraîlê de, heta niha 2496 kes li Libnanê hatine kuştin û bêhtirî 7700 kes jî birîndar bûne.
Netanyahu Hizbulah bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, di civîna heftane ya kabîneyê de, Hizbullah bi binpêkirina agirbesê tewanbar kir.
Benjamin Netanyahu got ku kiryarên Hizbullahê li Libnanê peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de bin pê dikin û wiha lê zêde kir:
"Divê were fêmkirin ku binpêkirinên Hizbullahê bi awayekî pratîkî, dibin sedema binpêkirina agirbestê."
Serokwezîrê Îsraîlê duh şemiyê ferman dabû artêşê ku bi tundî erîşî navendên Hizbulahê bikin.
Artêşa Îsraîlê fermana valakirina heft gundên li başûrê Libnanê da
Ji aliyê din ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan çend avahîyên ku weke cihên leşkerî ji aliyê Hizbulahê ve dihatin bikaranîn, li seranserî başûrê Libnanê topbaran kir.
Artêşê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wan armanceke hewayî ya biguman teqand ku ji aliyê Libnanê ber bi Îsraîlê ve dihat.
Her wiha Artêşê fermana valakirina heft gundên li başûrê Libnanê da û got ku ew ê bersiva tiştê ku ew wekî "binpêkirinên" peymana agirbestê ji hêla Hizbullahê ve bi nav dikin bide.
Di daxuyaniyeke din de jî artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hizbulahê dronên bombekirî ber bi hêzên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê ve berdan.
Hizbullah tohmetên Îsraîlê yên têkbirina agirbestê red dike
Hizbullahê di bersivdayînê de, tohmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ku wê agirbestê bin pê kiriye, red kir, û wiha eşkere kir:
“Em ê bersiva binpêkirinên Îsraîlê û dagirkirina başûrê Libnanê, bidin.
ji bo binpêkirinên berdewam ên agirbestê, êrîşên me yên li ser armancên Îsraîlê li başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê, bersiveke rewa ye."
Ev yek piştî 2 rojan ji biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina şerê li Libnanê heta 3 hefteyan tê.
Piştî dan û standinên di navbera balyozên Libnan û Îsraîlê de li Koşka Spî, Trump agirbesta ku 17 Nîsanê dest pê kiribû, heta 3 hefteyan dirêj kir.