Malpera Axiosê, ragihand ku Îsraîlê di dema şerê li dijî dewleta Îranê de sîstema parastinê ya Gunbeda Hesinî veguhastiye Îmaratê, û bi dehan kesayetên leşkerî ji bo xebitandina wê şandine.
Li gorî Malperê, ev cara yekem e ku ev sîstem li derveyî Îsraîl û Amerîkayê tê bicihkirin.
Tê ragihandin ku ev gav piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd bi rêya telefonê re axiviye, hatiye avêtin.
Li gorî rayedarên Îmaratê, dewleta Îranê di dema şer de, bi sedan mûşekên balîstîk û krûz û zêdetirî 2,000 dron avêtine Îmaratê, ku ew kiriye yek ji armancên sereke yên êrîşan li herêmê.
Rapor nîşan didin ku sîstema Gunbeda Hesinî dikare bi dehan mûşekên ku tên avêtin asteng bike.
Lê belê, hin êrîş li armancên leşkerî û sivîl yên Îmaratê xistine, ku ev yek bûye sedem ku Ebû Dabî ji hevalbendên xwe alîkariyê bixwaze.
Axios: Têkiliyên di navbera Îsraîl û Îmaratê de bê hempa ne
Axiosê got ku têkiliyên leşkerî û siyasî yên di navbera Îsraîl û Îmaratê de, yên ku ji Peymana Îbrahîm a sala 2020'an û vir ve dest pê kirine, di dema şer de gihîştine asteke bê hempa.
Karbidestên her du welatan gotin ku di warên leşkerî û ewlehiyê de di navbera wan de hevrêziyeke nêzîk heye.
Tevî vê hevkariyê jî, bicihkirina hêzên Îsraîlê li ser axa Îmaratê dikare ji hêla siyasî ve bibe mijareke hestiyar.
Di heman demê de, rayedarên Îmaratê piştgiriya Amerîka, Fransa, Brîtanya, Îtalya û Awistralyayê ya bo Îmaratê di dema şer de, teqdîr dikin.