Trump: Em ê di demeke kin de Tengava Hurmizê vekin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi demê dikare Tengava Hurmizê, ji nû ve veke. Di heman demê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku welatê wî ji bo vekirina Tengava Hurmizê pêvajoyeke aştiyane bi welatên din re plan dike. Li alîyekî din Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku welatê wî dikare ji bo vekirina Tengava Hurmizê, bibe alîkar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi ketina şer a meha xwe ya duyemîn re, zext li ser rêveberiya Trump çêdibe ku bi lez û bez dawî li şerê bi Îranê re bîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di posteke li ser Truth Social de wiha nivîsand: "Bi demê re, em dikarin bi hêsanî Tengava Hurmizê vekin, petrolê bigirin û dewlemendiyekê çêbikin."

 

Macron: Em ji bo vekirina Tengava Hurmizê dixebitin

 

Her wiha Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku welatê wî ji bo vekirina Tengava Hurmizê pêvajoyeke aştiyane bi welatên din re plan dike.

Macron tekez kir ku ew li dijî astengkirina seferên li Tengava Hurmizê ye, lê divê çareseriyên leşkerî neyên kirin.

Serokkomarê Fransayê got: "Em dixwazin Tengava Hurmizê bi rêya danûstandinan vekin."

 

Zelenskyy: Ji bo parastina Tengava Hurmizê Ûkrayna amade ye

 

Di heman demê de Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji komeke rojnamevanan re got:

"Kesî ji me nexwestiye ku em mudaxeleyî mijara Tengava Hurmizê bikin.

Di serdanên xwe de, min ji nûnerên welatên Rojhilata Navîn û Kendavê re got, Ûkrayna amade ye ku di hemû mijarên têkildarî parastinê de alîkariyê bike.”

Lê belê, serokê Ûkraynayê diyar nekir ku welatê wî çawa dikare beşdarî vekirina tengavê bibe.

Her çend ku Zelenskyy behsa ezmûna xwe ya di vegerandina keştîvaniya ber bi Deryaya Reş ve kir, ku Rûsyayê di destpêka dagirkirina Ûkraynayê de girtibû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye