Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Heya bidestxistina mafê netewî em têbikoşin

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê û êrîşên Îranê yên li ser herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Daxuyanî wiha ye:

Di demekê de ku rewşa siyasî û jeopolîtîk li Rojhilat Navîn û Îranê diguhere ku di qonaxeke hesas û aloz de ye, civîna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin.

Têkçûna rêze-danûstandinê di navbera Îran û DYE'yê de nîşanek eşkere ya bêçaretiya siyasî ye.

Bikaranîna çekên qedexekirî, mûşek, dironên kamîkaze û êrîşên bejayî yên dewleta Îranê li dijî Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne tenê hişyariyek mirovî ye,  sûcek mezin yê şere.

Hevpeymanî tekez kir ku biryara yekbûnê di nav tevgera Kurdistanê de ne vebijarkeke, pêdiviyek stratejîke li hember van êrîşan e.

Di dawiya civînê de biryar hate dayîn ku xebat û têkoşîna bi hev re, heta bidestxistina mafên netewî û siyasî yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye