Di daxwaznameya KNK’ê de hate diyarkirin ku ji destpêka sala 2026’an ve heta dawiya meha Tîrmehê, zêdetirî 900 êrîşên mûşekî û dronî li ser ax, daristan û deverên jiyanî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li gorî daneyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, tenê di navbera 28’ê Sibatê heta 20’ê Nîsana 2026’an de, nêzîkî 809 êrîş (701 êrîşên dronên xwekuj û 108 mûşek) hatine qeydkirin.
KNK`ê ev daxwaz ji civaka navdewletî kir ‘‘Lîjneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li ser bikaranîna fosfora spî lêkolîna meydanî bikin.