
Hat Nûkirin:
Di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat.
Di hilbijartinê de nêzî 600 delegeyan deng da û di encama dengdayînê de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.
Her wiha Meclisa Partiyê (PM) ya nû jî hat hilbijartin. Di PM’ya nû de navên nû jî cih girtin.
28 endamên asîl di PM’yê de hatin hilbijartin.
Navên nû yên PM’ya asîl wiha ne: “Asiye Kolçak, Ayfer Fatma Çelîk, Aylîn Hacaloglu, Berdan Gunduz, Berîvan Elter, Berna Çelîk, Besriye Tekgur, Çîgdem Kose, Dogan Erbaş, Ekaterini Nikalao, Ekrem Baran, Elîf Çoban, Eylem Saruca, Fîkret Melîh Çolakogulları, Saruhan Oluç, Îbrahîm Ateş, Mehmet Resul Baykara, Metîn Kilavuz, Muhsîn Dalfîdan, Nayîf Bulga, Omer Kulpu, Sedat Şenoglu, Sevda Çelîk Ozbîngol, Seyfettîn Aydemîr, Sezgîn Kartal, Turkut Çatar, Veysî Unat û Zeyyat Ceylan.”
Piştî hilbijartinê kongre bi dawî bû.