Di qezaya giran a qewimî de 4 kesên di midibûsê de asê mabûn bi giranî birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkuj û cendirme sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Di encama kontrola tîmên tenduristiyê de jinek û neviya wê yê 11 salî jiyana xwe ji dest dan.
Ajokar û neviya keç a 18 salî ku bi giranî birîndar bû jî bi ambulansê birin nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê.
Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e.Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.