Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Rojava ji bo Tirkiyê ne xeterî, firsendeke

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan girêdayî geşedan û pêvajoya heyî li navenda partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe, divê gavên bi biryar werin avêtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayegul Dogan li navenda partiyê ya giştî girêdayî rojevên siyasî yên heyî civîneke Rojnemevanî lidarxist.

 

Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe

 

Di daxuyanîyê de Ayşegul Dogan bal kişand ser operasyonên li dijî Şaredariya mezin a Stanbolê û got:

“Mudaxeleya bi vî rengî li dijî Îradeya gelan e û heta pirsgirêka Kurd li vî welatî çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe.”

Ayşegul Dogan girêdayî Komisyona Demokrasî, Xwîşk- Birat û Hevgirtina Netewî jî nirxandin kirin û got:

“Em li qadê dibînin ku bendewariyeke mezin a gel ji komîsyonê heye lewma ji bo ev bendewarî pêk werin pêwîstiya herî mezin ji bo Komisyonê zemîneke qanûnî yê vê pêvajoyê hebe.”

 

Ayşegul Dogan geşedanên li Suriyê tên jiyîn jî nirxand û pirsên rojnemevanan bersivand û wiha got: “Car bi caran di navbera HSD û hêzên girêdayî hikûmeta demkî de pevçûn derdikevin, Lê em dixwazin tiştên li Sûriyeyê diqewimin rast werin xwendin.

Di vê mijarê de nêzikatiya partiya me zelal e dema em li vir çareseriyê nîqaş dikin divê bi Kurdên li Sûriyeyê re jî di nava lihevkirinekê de bin.

Destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji bo Tirkiyeyê ne xeteriye berovajî firsendeke.”

 

Ayşegul Dogan: Divê Fîdan dest ji zimanê dijberiyê berde

 

Ayşegul Dogan girêdayî daxuyanîyên Hakan Fîdan yên dijî Kurdên Suriyê jî got:

“Zimanê Hakan Fîdan bi kar tîne ne li gorî rihê pevajoyê ye, ji destpêka pêvajoyê heta niha zimanê Fîdan tenê gef û demogojî ye.

Ev zimanê quretiyê tenê dikare destê dijberan xurt bike.”

 Di dawiyê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang li Fîdan kir ku dev ji vî zimanî berde û got: " Pêdivî bi zimanê çareserî û aramiyê heye.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24