Ayşegul Dogan diyar kir ku hewceye şert û mercên xebat û jiyanê yên Abdullah Ocalan li gorî ruhê pêvajoyê bên başkirin û da zanîn ku ev yek dê pêşiya pêvajoyê jî veke.
Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebat û jiyanê yên birêz Ocalan bên başkirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan helwesta Tirkiyê ya li hemberî Sûriyê û Kurdan rexne dike û diyar kir ku divê Tirkiye pêşî li diyalog û muzakereyê bigire û roleke çêker bilîze.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan girêdayî geşedan û pêvajoya heyî li navenda partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe, divê gavên bi biryar werin avêtin.