Cenazeyê Ehmed Huseynî dê ji Amedê ber bi Rojava ve were şandin

Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10`ê Adarê de li Swêdê wefat kir, dê bînin Amedê û piştî merasîmekê, dê bişînin Rojavayê Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cenazeyê Ehmed Huseynî yê ku di 10`ê Adarê de li nexweşxaneyeke Swêdê ku lê dermankirina penceşêrê didît, wefat kir, dê îşev bînin bajarê Amedê.

 

Saziyên ziman, enstîtu, wêje û çandî, PENa Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) dê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîmekê li dar bixin.

 

Merasîma cenazeyê Huseynî, wê sibê saet 11:00’an li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bê lidarxistin, piştre wê cenazeyê wî bi rêya Deriyê Sînor ê Xabûrê ji Rojava re, ber bi Amûdê ve were şandin û li wir were veşartin.

 

 

 

Ehmed Huseynî kî ye?

 

 

 

Helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî 10ê adarê li Stockholma paytexta Swêdê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

 

Ehmed Huseynî ev 3 sal bûn ku li dijî nexweşiya penceşêra pişikê li ber xwe dida.

 

Ehmed Huseynî sala 1955`an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

 

Wî qonaxên xwendina seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Amûdê qedandindibû.

 

Paşê wî berê xwe da Şamê û li Zanîngeha Şamê beşa felsefeyê xwend.

 

Lê belê di dema desthilata Baasê de rê nehat dayîn ku ew bi dîplomaya xwe bixebite.

 

Huseynî di sala 1989an de neçar ma ku koçî Ewropayê bike.

 

Di tevahiya jiyana xwe de, Huseynî bi helbest û wêjeyê re eleqedar bû û gelek bername çêkirin, nemaze ji bo ROJ TV.

 

Di berhema Huseynî ya di edebiyata kurdî de zêdeyî 15 berhem li pey xwe hiştine.

 

Berhemên Huseynî ev in: "Peyvên Li Ser Rûyê Avê (1988)", "Bajarê Herifî (1991)", "Girtîgeha Siyê (1993)", "Bîstika Tîrêjê (1998)", "Siyên Li Ser Rûyê Avê (2001)", "Siyabend û Bîranînan".

 

 

 

 

         

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye