Her ku şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de gerim dibe, DAIŞ vê yekê wekî "derfeta zêrîn" dibîne.
Gava ku Îsraîl li baregehên Îranê û milîsên wê dixe, an jî gava milîsên ser bi Îranê ve ji bo şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê paşde dikişin, li herêmên çolistana Sûriyê (Badiye) û li ser sînorê Iraqê valahiyeke mezin çêdibe.
Di vê valahiyê de xwe ji nû ve birêxistin dike û êrîşên xwe zêde dike.
DAIŞ bi eşkere bang li endamên xwe dike ku "dîwaran birûxînin", ku ev metirsiya herî mezin e ji bo vegera wan a bi hêz.
Ev rêxistin di medyayên xwe de îdia dike ku "sîstema cîhanî dihele" û ev dem dema "serhildana nifşê sêyem" e. Ev propaganda di nav ciwanên radîkal de dibe sedema tevlîbûneke nû.
Gefên DAIŞ ên li dijî Ehmed Şera
DAIŞ di daxuyaniyên xwe de hem Ehmed Şere ku niha wekî "hevalbendê DYA'yê" tê dîtin û hem jî Îranê wekî "dijminê mezhebî" dike armanc.
Gefên DAIŞ'ê yên li dijî Ehmed Şere ku berê wekî Ebû Mihemed el-Colanî dihat naskirin, ne tenê gefên îdeolojîk in, lê metirsiyeke rastîn a ewlehiyê ne ku hewl dide desthilata wî ya nû li Sûriyê têk bibe.
Ji bo vê rêxistinê, şerê van aliyan bi hev re tê wateya qelsbûna her du dijminên wê. Rêxistin hewl dide di nav vê kaosê de şaneyên xwe yên razayî şiyar bike û "cîhada li dijî hemûyan" bide destpêkirin.
Di navbera Mijdara 2025 û Sibata 2026an de, herî kêm pênç hewildanên kuştinê (suîqest) yên DAIŞê li dijî Elşere û wezîrên wî hatine pûçkirin.
DAIŞ Elşere wekî "murted" (ji dîn derketî) dibîne, bi taybetî piştî ku wî Sûriye tevlî koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê kir û dest bi wergirtina zanyariyên îstixbaratî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.
Raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere dikin ku şaneyên DAIŞ'ê yên bi navê "Seraya Ensar El-Sunne" Şere li Heleb û Derayê kirine armanc.
Şerê Îran û Îsraîlê bala hêzên leşkerî dikişîne ser sînorên Libnan û Golanê, ku ev yek li herêmên hundirîn ên Sûriyê (Badiye) valahiyekê çêdike ku DAIŞ tê de birêxistin dibe.
Elşere hewl dide xwe wekî "şirîkekî rewa" yê li dijî terorê nîşan bide da ku piştgiriya navdewletî bi dest bixe û desthilata xwe biparêze.
Ji ber ku Şere nêzîkî DYA’yê dibe û naxwaze Sûriye bibe bingeha êrîşên Îranê li dijî Îsraîlê, ev yek wî dixe bin zexta şerekî dualî: ji aliyekî ve DAIŞ û ji aliyê din ve komên nêzî Îranê.
Veguhestina DAIŞ`ê bo Îraqê
Di meha adarê ya sala 2026'an de, rewşa DAIŞ'ê piştî veguhestina bi hezaran girtiyan ji Sûriyê bo Îraqê ketiye qonaxeke nû û hesas.
Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) û Iraqê veguhestina nêzîkî 7,000 girtiyên DAIŞ'ê ên Iraqî û biyanî ji girtîgehên bin kontrola QSDê ber bi Iraqê ve dan destpêkirin.
Ev biryar piştî aloziyên li herêmê û êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.
Girtî li girtîgehên li Bexda û Hewlêrê hatine bicihkirin. Iraqê jî ragihandiye ku ew ê van girtiyan li gorî "qanûnên li dijî terorê" darizîne.
Tevî girtina hezaran endaman, DAIŞ hîn wekî gefeke mezin dimîne.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî yên sala 2025-2026'an, hîn derdora 3,000 çekdarên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê di nava şaneyên razayî de çalak in.
Pispor hişyariyê didin ku DAIŞ hewl dide ji nû ve xwe birêxistin bike, bi taybetî bi rêya propaganda û bandora li ser ciwanan.
Iraq ji bo xwedîkirin û parastina van hezaran girtiyan daxwaza alîkariya navdewletî dike, ji ber ku ev yek barê darayî yê welat girantir dike.
Amerîka zextê li dewletên din dike ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne wergirin, lê heta niha ev pêvajo pir hêdî dimeşe.
Kêmbûna hêzên Amerîkayê li hinek binkeyên Iraqê wekî Eyn el-Esed fikarên li ser ewlehiya parêzgeha Enbarê jî, zêde kirine.