Koçberên li kampên Serê kaniyê û Waşûkanî yên li bajarê Hesekê ji ber barana dijwar a ku roja Şemiyê dest pê kir û heta îro jî berdewam dike, şert û mercên dijwar re rû bi rû ne.
Piraniya konan di bin avê de mane. Bi dehan kon hilweşiyane û kelûpelên tê de di avê de mane.
Ji ber barîna barana zêde zehmetiyên koçberan li kampan zêdetir dibin.
Ji dema dagirkirina Serê kaniyê ji aliyê Tirkiyê û Komên çekdar ve koçber di vê kampê de ne.
Her konek di nava vê kampê de serpêhatiya malekê şîrove dike.
Her sal di zivistanê de êşa koçberan deh qat zêde dibe û barê wan girantir dibe .
Derbarê mijarê de koçberê bi navê Ehmed Şêx Salih diyar kir ku malên wan ji ber baranêtijî av bûne.
"Odeya me tijî av bû, zarokên me gelek zehmetiyan dikşînin.
Ji serma em nikarin li ser lingê xwe bisekinin.
Em daxwaz dikin ku di demeke kurt de ji me re çareseriyekê bibînin.
Her wiha bila vê avê ji malê me derxin.
Zehmetiyê me ne tenê di meha zivistanê de ne her wiha di havînê de jî rewşa me ji ber pileya germahiyê ne başe.
Heta niha ti kesî alîkariya me nekiriye.
em li vê kampê ne û rûniştî ne. "
Her wiha koçberê bi navê Ezedîn Ezo destnîşan kir ku, ev 7 salin ew li kampê ne û zehmetiyan dikşînin.
"Ev 7 salin em di vê kampê de zehmetiyan dikşînin ji ber barîna baranê û ava ku tê nava konên me.
Niha em hemû di zawiyekî de dirazin ji ber ku kon tijî av bûye.
Tu kes pirsa me nake, yan jî bêjin çi ji we re lazime.
Em dixwazin vegerin malên xwe, tişta girîng ew e ku me vegerînin malên me.
Ev 7 salin, em ji baranê di bin konan de aciz bûne û ji germa havînê.
Rewşa zarokên me ne başe û rewş bi giştî jî ne base."
Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya koçberan bike, bi erebeyên xwe li nava Kampa koçberên Serê kaniyê digere.
Her wiha Şaredariya bajêr û Rêveberiya kampê di nava liv û tevgerê de ne ji bo alîkariya koçberan bike.