Karwana 5’ê ya Rûsyayê gihîşt Himêmîmê

Karwaneke leşkerî ya mezin a Rûsyayê ji baregeha deryayî ya Tartûsê gihîşt baregeha Himêmîmê ya li gundewarê Laziqiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwaneke mezin a leşkerî ji baregeha deryayî ya Tertûsê gihîşt Balafirgeha Hewayî ya Himêmîmê.

SOHRˊê destnîşan kir ku ji destpêka Cotmeha 2025ˊan ve, ev karwanê 5ˊê ye dikeve Himêmîmê.

Li gorî SOHRˊê, karwan ji 50 kamyonên leşkerî û yekîneyên ji polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk tê. Di wan kamyonan de malên hazir, xezanên sotemeniyê hwd hebûn.

Di van mehên dawî de li herêmên peravê yên Sûriyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî ya hêzên Rûsyayê çêbûye.

Zêdebûna tevgera leşkerî ya li ser erdê fikra ku Rûsya carake din hebûna xwe li ser axa Sûriyê zêde dike, çêdike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye