Li Venezuelayê 6 kes hatin kuştin

Li peravên Venezuelayê keştiyeke tê îdîakirin ku ji bo veguhestina madeyên hişbirê tê bikaranîn ji aliyê Amerîkayê ve rastî êrîşê hat û di encamê de 6 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên wan li peravên Venezuelayê, li ser keştiyekê êrîşek pêk anîye, ku madeyên hişber hildigirt, di encamê de 6 kes hatin kuştin.

Donald Trump bi îdiaya madeyên hişber, ev bû 5`emîn car êrîşî keştiyên Venezuela dike.

Trump destnîşan kir ku êrîş di avên navneteweyî de pêk hatiye û "îstîxbaratê" piştrast kiriye ku keştîyê bazirganiya narkotîkê dikir.

Ji aliyê din ve jî, Rayedarên Venezuelayê tevgerên leşkerî yên Amerîkî li nêzîkî peravên xwe wekî "provokasyon û destwerdaneke neqanûnî" dibînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye