Li Karolînaya Başûr di encama guledaraneyê de efserekî polîs hat kuştin

Li eyaleta Karolînaya Başûr a Amerîkayê, di encama pevçûneke çekdarî ya li parkekê de efserê polîs ê 29 salî jiyana xwe ji dest da, polîsekî din birîndar bû û gumanbarê êrîşê jî hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberê Polîsên Bajarê Columbia Skip Holbrook di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku bûyer piştî bersivdana du efseran ji bo banga li ser nakokiyeke malbatî dest pê kimiye. Holbrook diyar kir ku dilê wan ji bo vê bûyera xemgîn şikandiye û da zanîn ku efserê jiyana xwe ji dest dayî 29 salî bû û ev du sal bûn ku di herêmê de wezîfe dikir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vî efserî hevjînek û du zarokên piçûk li pey xwe hiştine.

Li aliyê din, hat ragihandin ku gumanbarê êrîşê û efserê din ê birîndar di vê guledaraneyê de rû bi rû mane, ku di encamê de gumanbar hatiye kuştin. Rayedarên eyaleta Karolînaya Başûr heta niha hûrguliyên zêdetir û sedema bingehîn a li pişt vê êrîşa çekdarî aşkere nekirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye