Li Hesekê hewldanên derxistina tevliheviyê

Li parêzgeha Hesekê di vê dema dawî de, hewldanên destxistina tevliheviyê ji aliyê kesine nenas ve tên kirin. Herî dawî, li taxa Xiwêran a Hesekê kesine nenas kirinên dermirovî li dijî wêneyên Şehîdan kirin. Ev yek rastî bertekên tund hat. YPJ, KNK û siyastemedarên jin li Kobanê bi daxuyaniyên cuda ev êrîş şermezar kirin. Her wiha daxwaz ji saziyên peywendîdar hat kirin ku sûcdar werin girtin û darizandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî guhertina desthilata Sûriyê, gotara arandin û kîndariyê zêde bû.

Bi teybet ev yek li bajarê Hesekê gelekî xwe dide xuyakirin.

Herî dawî, çend kes li taxa Xiwêran ya Hesekê navenda partiya yekîtiya Demokratîk PYD'ê dizîn û wêran kirin.

Li rex vê, van kesan heqaret û kirinên ji derveyê exlaqê li dijî wêneyên şehîdan pêk anîn.

Beriya vê, kesên nenas pankerta Meclisa Malbatên Şehîdan ya li Til Temirê xirab kirin.

Beriya wê jî, kesên nenas al û sembolên Kurdî hatin rûxandin û şewtandin.

Ev kesên nenas bi zanebûn van kirinên xeternak dikin û li gor şîrovekarên siyasî dibêjin hin alî ji bo fitnê di nav gelan de derxînin van xirabiyan dikin.

Ev kes li ser medya dijîtal provokasyon dikin, agahiyên şaş belav dikin û zimanê nefretê jî bikartînin.

Beriya niha li dijî zimanê arandin û kîndariyê, Hikumeta veguhêz biryarname derxist. Lê li ser erdê ev biryar nayê pêk anîn.

YPJ: Destdirêjiya li wêneyên şehîdan destdirêjiya li hemû jinan e

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê li ser destdirêjiya li hemberî wêneyên şehîdên daxuyanî da.

YPJ'ê ev êrîş şermezar kir û wiha got:

"Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku wêneya û pîroziya şehîdên me dikin armanc, tên kirin.

Ev êrîşên ku rasterast rûmeta şehîdên me dikin armanc, xetên sor ên wijdanê civakê ne.

Şehîdên me nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên hebûna me ne."

YPJ'ê bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir ku sûcdaran bigirin û darizînin.

KNK'ê êrîşên li ser sembolên Kurdan şermezar kirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK'ê jî bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî sembolên kurdî şermezar kir.

KNK'ê behsa kirin û êrîşên li ser sembolên Kurdî kir û ev lê zêde kir:

"Ev kiryar ne tenê kiryarên takekesî yên derbasbûyî ne,

lê kiryarên nijadperest û provakator ên birêkûpêk in ku armanca wan gurkirina tevliheviyê ye.

Em vê yekê weke sûcekî kîndariyê yê temam dibînin."

KNK'ê hikûmeta Sûriyê werkî berpirsyariya van kirinan dît.

KNK'ê bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî gotara arandin û kîndariyê bisekinin.

Siyasetmedarên jin: Divê sûcdar bi lez bên sizadan

Her wiha li Kobanê siyasetmedarên jin li ser heman buyerê daxuyaniyek dan.

Siyasetmedaran diyar kir ku ev êrîş li dijî gelê herêmê ye.

Jinan xwest demildest sûcdar werin girtin û darizandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye