Peymana 1`ê nîsanê li Helebê 77 caran hat binpêkirin

Di 1`ê Nîsanê de peymanek ku ji14 xalan pêk tê di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de li Helebê hate îmzekirin. Lê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê heta niha 77 caran xalên Peymanê binpê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 1`ê Nîsanê de peymanek ku ji 14 xalan di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Veguhêz li Helebê de hate îmzekirin.

Li gorî agahiyan, ev peyman heta niha zêdetirî 77 caran ji hêla Himûmeta Veguhêz ve hatiye binpêkirin.

Di nav binpêkirinan de bûyerên revandin, dorpêçkirinên demkî, karanîna dronên xwekuj û êrişa ser xalên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn derdikevin.

 

“6 zarok ji bo agahiyên îstîxbaratî bi kar anîne”

 

Her wiha anîna hêzan, bilindkirina çeperan û 6 zarok ji bo berhevkirina agahiyên îstîxbaratî bi kar anîne. 

Hîn jî çarenûsa piraniya sivîlên, hatin revandin ne diyar e.

Ev kiryar du xalên sereke yên peymana îmzekirî binpê dike, ango xalên (3) û (8) in.

 

“Çekdarên hikûmeta veguhêz bi dronekê xaleke asayîşê kir armanc”

 

Li gorî Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di bûyerekê de, çekdarên Hikûmeta Veguhêz dronek li xaleke wan teqandin, di encamê de 2 endamên hêzên wan, birîndar bûn.

Hikûmeta Veguhêz 18 xalên kontrolê yên leşkerî li dezgehên sivîl ên girîng, wekî nexweşxane û dibistanên li dora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ava kirine.

 

“Hikûmeta Veguhêz xalên peymanê bi cih neanîn”

 

Li gorî agahiyên saziyên têkildar ên fermî, wek Komîteya Sotemeniyê ya li taxa Şêx Meqsûd, û li gorî şopandina tevgera trafîkê ber bi her du taxan ve, hat dîtin ku du şêweyên ambargoyê tê ferzkirin, yek demkî ye ya din jî domdare.

Di her du rewşan de jî, hêzên Hikûmeta Veguhêz rê li ber derbasbûna tankerên sotemeniyê yên ji bo taxan girt. Ev sotemenî ji bo peydakirina elektrîkê, karkirina firinan û elektrîka nexweşxaneyan pir girîng e.

Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.

Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.

Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

 

“Em amade ne ku hemû bendên peymanê pêk bînin”

 

Çavkaniyek taybet ji Meclîsa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku civînên destpêkê yên bi Hikûmeta Veguhêz re di derbarê mijarên xizmetguzariyê de erênî bûn. 

Çavkaniyê anî ziman ku ew bi biryar in û amade ne ku hemû bendên peymanê pêk bînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24