Wezareta Pêşmerge a Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku êrîşek li baregeheke wan hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, duh êvarî bi droneke bombebarkirî êrîşî baregeha Firqeya 11`an a Hêzên Pêşmerge hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku ew baregeha Pêşmergeyan li nêzîkî bajarokê Dêgeleyê ye.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de ew êrîş wekî "kiryareke xirabkirinê" pênase kir.
Wezaretê destnîşan kir ku ev êrîş hewldaneke ji bo alozkirina rewşa herêmê û derxistina tevlîheviyê.
Wezareta Pêşmerge bang li Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Wezaretê ji Sûdanî xwest ku sînorekî ji van "destdirêjî û kiryarên neyasayî" re deyne.
Wezaretê got ku dê berdewambûna van "kiryarên terorîstî" bê bersiv nemîne.
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hate bombekirin
Her wiha Konsulxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) ya li Hewlêrê ji aliyê balafirên bêmirov ve hate bombekirin.
Çavkaniyeke Îraqî ragihand ku Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bi dronan hatiye bombekirin.
Hat ragihandin ku komên çekdar ên ser bi dewleta Îranê ve ku weke ‘Parêzvanên Îslamî’ xwe bi nav dikin, berpirsyariya êrîşê jî girtin ser xwe.
Du mûşek li esmanê Koye hatin teqandin
Li aliyekî din jî hat ragihandin ku du mûşekên Dewleta Îranê yên hatibûn avêtin, ji aliyê sîstema parastina hewayî ve li esmanê Koye hatin teqandin.
Qeymeqamê Koyê Tariq Heyderî axivî û diyar kir ku saet 19:54`an du mûşekên Dewleta Îranê li nêzîkî benda Topzawa ya dikeve navbera Gundê Şêxewan û Topzawa de hate teqandin.
Heyderî anî ziman ku teqîn bi hêz bû û rê li ber tirsê vekir û li herêmê hemû hate bihîstin.
Ji ber teqînê xelkên Rojhilatê Kurdistanê ku li Kampa Azadî û Zewiya Spîn a li Koyê ji tirsa malên xwe valakirin.
Qeymeqamê Koye diyar kir ku piştî teqînê hêzên ewlekariyê ji bo parastina welatiyan di nava amadekariyê de ne.