Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrîşên berdewam ên Îranê yên li ser kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Hêzên Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de êrîşên Îranê yên li dijî baregehên niştecihbûnê yên malbatên kadro û pêşmergeyan ên li Başûrê Kurdistanê, weke gavên terorîstî pênase kir.
Hevpeymaniyê da zanîn ku heta niha 10 jê zarok bi giştî 21 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên Îranê de hatine kuştin.
"Divê nûnertiya NY ya li Îraqê li dijî vê sûcê bi erka xwe rabe"
Hevpeymaniyê bang li hikûmeta Îraqê kir ku li dijî sûcên Îranê gavên yasayî û rêgirtina êrîşan bavêje.
Dîsa Hevpeymaniyê rexneyên tund li nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Îraq û Başûrê Kurdistanê kir û ev peyam da:
“Em di wê baweriyê de ne ku bêdengî û bêçalakbûna wan li hemberî van sûcên şer, hiştiye ku rejîma Îranê van sûcan bike
Em daxwaz dikin ev êrîş weke sûcên şer û terora navdewletî werin naskirin.
Em bi tundî rexne li siyaseta lihevkirin û bazariya welatan a bi Komara Îslamî re dikin.
Û tekezî li ser wê rastiyê dikin ku vê rejîma dîktator ewlehî û aramiya hemû cîhanê rehîn girtiye.
Divê Konseya Ewlekariyê ya NY bertekeke bilez nîşan bide û nehêle ku rejîma Îranê terora xwe bimeşîne.
"Divê Kurdên li derveyî welat li dijî rejîma îranê dakevin qadan"
Di dawîyê de hevpeymanê bang li hemû aliyên kurdî kir û got:
“Em bang li hemû Kurdên li derveyî welat dijîn dikin ku bi plan û bernameyên xurt,
çalakî û meşên aştiyane li dar bixin.
Taybet bi kombûnên li ber balyozxane û konsolxaneyên rejîma
Îranê û navendên biryardanê, dengê nerazîbûna neteweya me bilind bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê got:
“Em careke din ji bo dost û dijminan piştrast dikin ku ev êrîş û qurbaniyên hêzên me, vîna me nahejîne belku baweriya me ya bi rêwatiya xebata ji bo rizgariya Kurdistanê û hilweşandina vê rejîmê û biryardariya me ya li ser berdewamiya têkoşînê xurtir dike.