"Dan û standinên DYA û Îranê dê duşemê li Îslamabadê dewam bikin"

Beriya nêzîkî heftiyekê, di navbera Îran û Amerîkayê de, bi navbeynkariya Pakistanê, agirberstek hat ragihandin. Duşemê wê Washington û Tehran li Îslamabadê, careke din dan û standinên xwe dest pê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî CNN'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îranê, dan û standinên DYA û Îranê dê roja duşemê li Îslamabadê ji nû ve dest pê bikin.

Ji bo vê dê şandeyên her du welatan, roja yekşemê bigihêjin Îslamabadê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di hevpeyvînekê de gotibû ew geşbîn e di rojekê yan du rojan de lihevkirinek bi Îranê re çêbe.

Trump her wiha îdia kiribû ku piraniya pirsgirêkên sereke di pêvajoya dan û standinê de hatine çareserkirin û dibe ku di dawiya hefteyê de civîneke nû pêk were.

Balyozê Îranê yê li Pakistanê Reza Amirî Muqeddem jî pesnê hewldanên navneteweyî yên dîplomatîk da û got:

"Ji nû ve destpêkirina dan û standinan, bi aramiyeke herêmî re hevdem e ku agirbestek di navbera Libnan û Îsraîlê de jî çêbûye û Tengava Hurmizê hatiye vekirin.

Ev yek dikare hawîrdoreke aramtir ji bo pêşvebirina pêvajoya dan û standinan peyda bike.”

Tora yekem a dan û standinan di 11'ê Nîsanê de hate lidarxistin.

Tevî ku erênî hat nirxandin, lê bê encam bi dawî bû û nakokiyên di navbera her du aliyan de dewam dikin.

Di dan û standinan de mijarên sereke wekî bernameya nukleerî ya Îranê, cezayên DYA'yê û ewlehiya Keştivaniya li Tengava Hurmizê hatin gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye